Mehmûd Abbas: Amerîka federasyonê xwest

02 September 2018 20:03 0 dîtin
Mehmûd Abbas: Amerîka federasyonê xwest

PeyamaKurd- Tîma serokkomarê Amerîkayê ya Trump xwest ku Fîlîstînî û Urdun bi hevre federasyonekî deynin. Mehmûd Abbas vê ragihandinê di roja yekşema borî de, di axaftina xwe de ragihand.

Li gor rojnameya Îsraîlê ya bi navê Haaretzê Abbas li Ramallahê, ji tevgerên Îsraîlê yên çepgir ji “Niha Tevgera Aştiyê”re, ji parlementerên wan re axifî û got ku yên vê teklîfê jê re anîne, zavayê Trump Kushner û temsîlkarê taybet yê Rojhilata Navîn Jason Greenblaatt in. Abbas got eger Îsraîl jî tevlî wan bibe, wê daxwaza Amerîkayê qebûl bikin û weha dewam kir:

Bi Urdun û Îsraîlê re federasyoneka 3 qolî dixwazim û ji Îsraîlê daxwaza qebûlkirina vê pêşniyariyê dikim.”