Mesûd Barzanî pêswaziya sanda Urdinê kir

05 August 2023 13:00 0 dîtin
Mesûd Barzanî pêswaziya sanda Urdinê kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Glayla û şanda pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Parlamentoya Urdinê Ehmed Glayla û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Urdinê li Bexdayê û Balyozê Hewlêrê jî tê de amade bûn, behsa girîngiya pêwendiyên di navbera her du aliyan de hat kirin.

Şandeyê silavên taybet ên şahê Urdinê Ebdullah gihandin Serok Barzanî.

Şanda Urdinê kêfxweşiya xwe ya li hember pêşketin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di gelek waran de nîşan da û diyar kir ku ew rola Herêma Kurdistanê di aramiya navçeyê de bilind dinirxînin.

Herwiha şanda mêvan siyaseta Herêma Kurdistanê ya koçberan û rola Herêma Kurdistanê di têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand.

Li beranber da Serok Barzanî balkişand li ser pêwendiyên dîrokî yên navbera gelê Kurdistanê û gelê Urdinê û behsa dostaniya di navbera rêberê nemir Mele Mistefa Barzanî û Şah Husên kir.

Serok Barzanî spasiya Urdinê kir, di şerê dijî terorîstan de palpiştiya Herêma Kurdistanê kiriye û silavên xwe jî gihandiye Şahê Urdinê Ebdullah.