Petrola Brentê 50 dolarî derbas kir

10 December 2020 22:58 0 dîtin
Petrola Brentê 50 dolarî derbas kir

PeyamaKurd – Varêla petrola Brentê 50 dolarî derbas kir. Ji meha adara îsal heya niha petrola Brentê cara ewiliye ji 50 dolarî derbas dibe. Petrola Brentê weka rêberê petrola dinyayê kar dike û bi dîtina aşiya pandemiyê re, ji meha adarê heya niha ev 7 mehe, cara ewiliye ku 50 dolarî derbas dike.

Sedema herî mezin di zêdebûna bihayê petrola Brentê de ew e ku aşiya Kovid-19 ê hat dîtin û hinek welat dest bi aşiyê kirin.