Reuters: Urdunê dronên Îranê xist

14 April 2024 16:37 0 dîtin
Reuters: Urdunê dronên Îranê xist

PeyamaKurd – Hate angaştin ku firokeyên şer ên Urdunê bi dehan firokeyên bêpîlot ên rejîma Îranê ku ji bo hêrişê berew Îsraîlê ve diçûn xistine.

Xwediyê vê angaştê ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters e.

Routersê bi spartina du jêderên ewlekariyê ragihand ku firokeyên şer ên Urdunê, bi dehan firokeyên bêpîlot ên rejîma Îranê ku berew Îsraîlê ve diçûn li deverên bakur û navenda Urdinê xistine xwarê.

Her du jêderan amaje bi wê yekê jî kirine ku artêşa Urdunê di alarmê de ye û sîstemên wê yên radarê çavdêriya her çalakiyên leşkerî ku ji aliyê Iraq û Sûriyê ve pêk tên dikin.

Ji aliyê din ve jêderekî leşkerî ji ajansa Fars Newsê re ragihandiye ku Îran ike eger Tehran ji bo piştevaniya Îsraîlê hişyarî daye Urdunê.

Kesên ku li hin bajarên nêzî Sûriyeyê yên li bakurê Urdunê û li herêmên navendî û başûrê welêt dijîn dengê tevgera hewayî ya dijwar bihîstin.

Jêderekî ewlekarî ragihand ku hêzên asmanî yên Urdinê geştên keşfê zêde kirine.