Rûhanî: “Em bi çûna Trumpî kêfxwesin”

17 December 2020 01:36 0 dîtin
Rûhanî: “Em bi çûna Trumpî kêfxwesin”

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser çûna Trumpî ya ji ser rêvebiriya Amerîkayê şiroveyan kir. Rûhanî bi sedema çûna Trumpî kêfxweşiya xwe anî ziman. Rûhanî bo Trumpî weha got:

“Di nav temamê serokên Amerîkayê de serokê herî bê qanûne.”

Rûhanî di axaftina xwe de gotina “terorîst” jî bo Trumpî bikaranî. Li ser hatina Joe Biden jî Rûhanî weha got:

“Em bi hatina Biden gelek kêfxweş nînin lê bi çûna Trumpî em kêfxweşin.”

Vekişîna Trump ji peymana nukleerî ya bi Îranê re, navbera Amerîka û Îranê gelek aloz kiribû lê eger Joe Biden here ser peymana berê ya navbera Amerîka û Îranê, Îran dibêje bi temamî li pey peymanê here.