Serçekdarekî DAISê hat girtin
PeyamaKurd – Serçekdarekî DAIŞê ji aliyê hêzên taybet ên HSDê ve li rojhilatê Dêrezorê hat girtin.
HSDê derbarê operasyonê de diyar kir, yekîneyên antîterorê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li Dêrezorê li dar xist.
Di berdewamiyê de HSDê da zanîn, operasyon li gundê El-Hice yê li nêzî bajarokê Busêra pêk hat.
Herwiha serçekdarekî DAIŞê ku çekdar direvandin û destê wî di veguhestina çekdarên ji girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de reviyane heye, hat girtin.
Herî dawî di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, dema lêgerîna li mala wî serçekdarî, çek, cebilxane, hin amûr û belge hatin dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin