Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîste Washingtonê

25 February 2024 22:17 0 dîtin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîste Washingtonê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta vexwendineke fermî, îro çû paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Washingtonê.

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel şanda hikûmeta Herêmê wê li Koşka Spî bi berpirsên payebilind ên Wezareta Derve ya DYA û endamên Kongreyê bicive.

Jêderên ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin ku mijarên sereke yên civînên Mesrûr Barzanî pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û DYAyê û guherîn û pêşhateyên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ne.

Diyar bû ku di şanda bi Serokwerzîr Mesrûr Barzanî de Wezîrê Hêzên Pêşmerge, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve û çend berpirsên din ên hikûmetê hene.