Ûkrayna bo hemwelatiyên Rûsyayê dorpêçan datîne

30 November 2018 02:15 0 dîtin
Ûkrayna bo hemwelatiyên Rûsyayê dorpêçan datîne

PeyamaKurd- Serokê dewleta Ûkraynayê Petro Poroşenko got ku bi sedema îlankirina îdara keyfî, wê ti guhertinan bo hemwelatiyên xwe neke lê wê bo hemwelatiyên Rûsyayê sînoran deyne. Poroşenko ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir

Poroşenko weha got:

“ Bo xwê û kîbrîtan bikirin baznedin marketan. Em ê ti guhertinan nexin ser hesabên hemwelatiyan yên di bankayan de. Di dowîzan de û bo geşta derveyê welat ,em ê ti sînoran bo hemwelatiyên xwe daneynin. Ez hemwelatiyên Rûsyayê hişyar dikim ku em ê bo wan sînoran deynin û ez bawerim ku ev jî tişteka adilaneye.”