‘Xwedê xwest ku Trump bibe Serok’

31 January 2019 18:54 0 dîtin
‘Xwedê xwest ku Trump bibe Serok’

PeyamaKurd - Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders di bernameyeke televizyonê de li ser hilbijartina Donald  Trump di sala 2016an de ji bo Seroktiya Amerîkayê got, ‘Xweda xwest’.

Sanders di bernameya CBN a xirîstiyanan de li ser hilbijartina Trump got, "Xwedê xwest ku Trump bibe serok, sedema ku ew li wir e ew e.”

Sandersê herwiha diyar kir ku ji dema Trump hatiye ser kar ve, gelek karên serkeftî ku girîngiyê dide bawermendan pêk anîne û piştgirî daye wan.

Gotinên Sandersê li Amerîkayê bûn sedema nîqaşan ku hin derdoran peyva ‘Xwedê xwest Trump bibe serok’ red dikin.