YE bersiva plana Trump dide
PeyamaKurd – Berdevkê Karûbarên Derve yê Komîsyona Yekîtîya Ewropayê (YE) Enûar El Anûnî, piştî daxuyaniya Serokê Amerîka Donald Trump ya derbarê plana "desthilatdariya" Şerîda Xezzeyê de, bal kişand ser wê yekê ku Xezze beşeke bingehîn a dewleta paşerojê ya Filistînê ye.
El Anûnî di civîna çapemeniyê ya rojane ya Komîsyona YEyê de derbarê gotinên Trump ên "DYA wê Xezzê bigire" de daxuyanî da.
Berdevk wiha got: "YE bi timamî pabendê çareseriya du dewletan e, ku em bawer dikin ku ev yek rêya aştiyeke demdirêj hem ji bo Îsraîl û hem jî ji bo Filistîniyan e. Me eşkere kir ku Xezze parçeyek bingehîn a dewleta Filistînê ya pêşerojê ye."
El Anûnî destnîşan kir ku helwesta Yekîtiya Ewropayê ew e ku "divê Filistînî bi zorê ji cih û warên xwe dernekevin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin