10 fezlekeyên rakirina parêzbendiyê ji Parlemena Tirkiyê re hatin sandin

03 March 2021 17:51 0 dîtin
10 fezlekeyên rakirina parêzbendiyê ji Parlemena Tirkiyê re hatin sandin

PeyamaKurd – Fezleyên 10 parlamenteran ku 6 ji wan yên HDPê û yek jî ya Seroka DBPê ye ji Parlamentoya Tirkiyê re hatin şandin ku wan binirxîne.

Di dosyayên 6 parlamenterên HDPê de rakirina parêzbendiyê tê xwestin û herwiha ji bo Hevseroka Giştî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salihî Aydeniz jî fezleke bo parlamenê hatiye şandin.

Ji HDPê parlamentarên ku rakirina parêzbendiya wan tê xwestin herî dawî navê Fatma Kurtulan, Feleknas Uca, Îmam Taşçıer û Murat Çepnî gihîştin parlamentoyê.

3 fezleke jî ji bo parlamentarên AKP, MHP û CHPê ne ku bi taybet nîqaş li ser rakirina parêzbendiya parlamentarên HDPê tê kirin.