Li Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya 7 parlamenteran hat kirin
PeyamaKurd - Dosyayên rakirina parêzbendiya 7 parlamenterên ji 5 partiyên cuda ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hatin şandin.
Parlamenterên ku rakirina parêzbendiya wan tê xwestin ev in: Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek, Parlamenterên Îzmîrê yên CHPê Ahmet Tuncay Ozkan û Mahir Polat, Parlamenterê Balikesirê yê ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez, Parlamenterê Stenbolê yê Demokrat Partiyê Cemal Engînyurt û Parlamenterê Kayseriyê yê MHPyê Mustafa Bakî Ersoy
Hate ragihandin ku dosyayên parêzbendiyê, ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve, ji Komîsyona Destûrê ya Dadê ya Parlamentoyê re hatine şandin.
Piştî ku li Komîsyona Destûrê ya Dadê ew dosye bên nirxandin, ger bên qebûlkirin dê ji bo dengdanê ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re werin şandin. Biryara rakirina parêzbendiyan di dengdanê de tê diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin