Dosyeyên rakirina parêzbendiya 4 parlamenteran gihîst parlamena Tirkiyê
PeyamaKurd - Serokomariya Tirkiyê derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên 4 parlamenteran ku 2 ji wan ji HDPê ne, dosye şandin parlamentoyê.
Li gorî dosyeyên hatine amadekirin rakirina parlamenteriya parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz û yê Diyarbekirê Garo Paylan, Parlamenterê CHPê yê Mersînê Ali Mahir Başarir û parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik tê xwestin.
Dosyeyên rakirina parêzbendiya her çar parlamenteran ji Komîsyona Dad û Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê re hatin şandin ku piştî nîqaşa ser doseyeyan wê fezlekeyên parlamenteran ji bo dengdanê ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re werin şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin