10 milyar dolarê Îranê ku li Iraqê girêdayî bû serbest hat berdan

04 July 2023 00:47 0 dîtin
10 milyar dolarê Îranê ku li Iraqê girêdayî bû serbest hat berdan

PeyamaKurd – Serokê Oda Bazirganî yê Îran-Iraqê Yahya Al İshak ragihand ku bi sedema dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê, 10 milyar dolarê Îranê bloke kiribûn û niha ew pere bi şert hat serbestkirin. Li gor  ajansa nûçeyan ya Îranê Tesnimê; Al İshak di civîna oda bazirganî ya Îran-Iraqê de axifiye û li ser serbest berdana pere weha gotiye:

“Daxwaza me ji Iraqê 10 mîlyar dolar bû. Wezîrê Iraqî daxwazê qebûl kir û ferman da ji bo pere bixin Banka Bazirganî ya Iraqê. Ji bo bikaranîna wan peran peyman girêdan û wê ew pere ji bo pêdiviyên bingehîn û dermanan yên li Îranê bikarbînin.”

Îran bi sedema petrolê îxracê Kore ya Başûr kiribû û bi sedema dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê niha nikare 7 mîlyar dolarî bikarbîne.