Çekdarên komên girêdayî Îranê pêl bi pêl ji Iraqê ber bi Sûriye û Lubnanê ve diçin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî dijwarbûna şerê navbera Îsraîl û Hamasê, çekdarên milîsên Îranê yên li Iraq, Sûriye û Lubnanê bi çekdarên Tevgera Hemasê odeya operasyona hevbeş pêk tînin.
Ji bo vê mebestê jî niha çekdarên milîs ên Iraqê ji bo şerê dijî Îsraîlê bikin pêl bi pêl diherikin nav axa Sûriye û Lubnanê.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerq El Ewsetê, çekdarên Iraqê yên Heşdî Şeibî, wek pêlekê diherikin nav Sûriye û Lubnanê û odeya hevbeş ligel çekdarên milîsên Sûriye û Lubnan û Hemasê re pêk anîne.
Fermandarekî Iraqê yê nexwestiye navê xwe bide gotiye, “Grubên Berevaniyê” li Iraq, Sûriye û Lubnanê beşdarî odeya operasyonên hevbeş ligel Hemasê bûne, çend roj in zanyariyên navçeyê bi berdewamî ji bo wê odeyê diçe û ew hest dikin demeke kurt de bikevin tevgerê.
Efserên Îranê jî ligel fermandarên navxwe yên Iraq, Sûriye û Lubnanê beşdarî odeya operasyonê bûneç
Li gorî nûçeyê di çend demjimêrên borî de pêwendiyên navbera hemû aliyan û Îranê bihêztir bûye ku hejmarek çekdar nêzîkî sînor hatine bicihkirin. Çavkaniyê ji rojnameyê re diyar kiriye: “Îsraîlê êrîşa bejayî paş xist û ji ber ji bo wan eşkere bû Hemas di vî şerî de ne tenê ye.”
Du rêveberên çekdarên Bedir û Esayîb Ehlî Heq jî di eniya di navbera Lubnan û Sûriyê de tevgera aliyên Iraqî piştrast kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin