Çekdarên Belûçistanê êrîs birin ser 2 endamên girêdayî hêzên Îranê

13 August 2023 12:43 0 dîtin
Çekdarên Belûçistanê êrîs birin ser 2 endamên girêdayî hêzên Îranê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li eyaleta Sîstan û Belûçistanê, du endamên Pasdarên Îranê yên kirêgirtî rastî êrîşa çekdarî hatin ku yek ji wan hatiye kuştin yek jî birîndar bûye.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, li bajarê Qesirqend ê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê di êrîşeke çekdarî de du bi kirêgirtiyên Spaha Pasdaran li durêya gundê Teleng yê bi ser bajarê Qesirqenda Sîstan û Belûçistanê bûne amanca kesên çekdar ku yek ji wan bi navê Siwalî Belûç hatiye kuştin û yekî din jî birîndar bûye.

Hatiye ragihandin ku koma çekdar a bi navê Ensar El-furqan a Belûçistanê berpirsyariya êrîşê li xwe girtiye.

Ensar El-furqan, di kanala xwe ya Telegramê de eşkere kiriye ku ew du kesên hatine hedefgirtin sala derbasbûyî, destê wan di şer û pevçûnên Pasdaran ên ligel koma wan hebûye û qatilên 3 endamên Ensar El-furqanê bûne.