Hêzên rejîmê êrîs birin ser herêmên çekdarên Tirkiyê

01 May 2020 16:46 0 dîtin
Hêzên rejîmê êrîs birin ser herêmên çekdarên Tirkiyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tevî agirbesta 5ê Adarê ya Tirkiye-Rûsyayê jî hêzên rejîma Sûriyê êrîşên ser bingehên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li Idlibê berdewam dikin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên rejîmê di saetên derengiya şevê de bajarokên Barê û Kensefa yên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê kirin armanc ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li wir bûn.

Hêjayî gotinê ye, doh 30yê Nîsanê jî hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Kensefra, Bardê yên li gundewarên başûrê Idlibê kiribûn armanc.

Rejîma Sûriyê ev êrîşên ser xalên çekdaran di roja 57emîn a agirbesta Moskowê de pêk anîn ku heta niha ji aliyê herdu aliyan ve gelek caran agirbest hatiye binpêkirin.