Îran - Rohilat | 3 meh in têdikosin: Bîlançoya êrîsên hêzên rejîmê hîn girantir dibe
PeyamaKurd – Xwepêşandan û serhildana seranserî ya piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî bi destê polîsê ehlaqê yê Îranê di meha xwe ya sêyem de berdewam dike.
Rejîma Îranê niha dest bi îdamkirina xwepêşandanên hatine girtin jî kiriye ku di nav çend rojên dawî de 2 xwepêşander bi tohmet nîşandana ‘derketina dijî Xweda’ hatin darvekirin.
Tevî hemû bertekên di asta navdewletî de jî rejîma Îranê di mafên jinan û mafên mirovî yên xelkê Îranê de ti gavek neavêtiye û xwepêşander paşde gav navêjin û protestoyên xwe bênavber dewam dikin.
Li gorî amarên dawî yên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) eşkere kirine, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji destpêka protestoyên meha Îlonê heta niha 495 xwepêşander bi destê hêzên rejîma Îranê hatine kuştin ku ji wan 68 zarokên temenê wan di bin 18 saliyê de ne.
Herwiha heta niha bi giştî 18 hezar û 426 xwepêşander hatine girtin ku nasnameya 3,882 kesan ji wan hatiye eşkerekirin.
Li gorî HRANAyê çalakiyên protestoyî li 161 bajarên Îran û Kurdistanê hatine kirin û di 144 zanîngehan de xwendekaran jî xwepêşandan kirine ku 637 xwendekar ji aliyê hêzên ewlehîya yên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Rêxistinên Mafên Mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê jî amarên serhildanê belav kirine ku li gorî wan amaran li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 119 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin ku ji wan 5 kes zarokên di bin saliyê de bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin