Îran: Wê encamên êrîsên Îranê yên bi ês û nayê xeyalan hebin
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê (Pasdaran) Huseyîn Selamî hişyarî da ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê li dijî tesîsên leşkerî yên Îranê roja Şemiyê wê "encamên bi êş" hebin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîm a ser bi Supaya Pasdaran, Selamî bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl bi êrîşên xwe "negihîşt armancên xwe yên xerab" û got ku ew êrîş şaş û lawaz bûn.
Selamî bi îdiaya ku ev êrîş "qelsiya Îsraîlê di qadên şer de, bi taybetî li hember eniya berxwedanê ya li Xezze û Lubnanê nîşan dide", Selamî hişyarî da Îsraîlê ji bo "encamên bi êş û nayê xeyalan" ên êrîşên wê.
Roja Şemiya borî, Îsraîlê êrîşên asmanî li ser navendên leşkerî li Îranê pêk anîbûn, weke tolhildana êrîşa moşekî ya Tehranê li ser Îranê di 1ê Cotmehê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin