Rûsyayê bi 29 dronên Sahed ên Îranê êrîsî Ukraynayê kir

15 November 2024 17:31 0 dîtin
Rûsyayê bi 29 dronên Sahed ên Îranê êrîsî Ukraynayê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê bi balafiran û dronên Şahed ên kamîkaze yên Îranî êrîşeke berfireh li ser bajarê Odessa yê Ukraynayê pêk anî.

Hate diyarkirin ku Rûsyayê ew êrîş ji ser Deryaya Reş ve biriye ser Ukraynayê. Di êrîşê de tevî du moşekên rûsî 29 dronên moşekên Şahed ên Îranê hatin bikaranîn.

Li gorî çavkaniyan, di encama êrîşa Rûsyayê de kesek mir û zarok jî di nav de herî kêm 10 kes birîndar bûn.

Medya Ukraynayê jî ragihandiye ku hêzên parastina asmanî danê sibehê moşekek û 25 balafirên keşfê îmha kirin.

Hatiye diyarkirin, di encama êrîşê de dêr, avahiyên niştecihbûnê, dikan, garaj, lûleya germê ya sereke û wesayît zirar dîtin.