Zelensky: "Rûsyayê bi balafirên bêpîlot ên bi tîpa 'Sahed' êrîsî axa me kir"
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi şev bi 103 balefirên bêmirov ên cureya "Şahed" êrîş biriye ser xaka welatê wî.
Zelenskiy di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku ew her roj qada hewayî ya welatê xwe ji balafirên bêmirov û moşekên Rûsyayê diparêzin.
Zelenskiy destnîşan kir ku bi şev bi 103 balafirên bêpîlot ên bi tîpa "Şahed" êrîşî Ukraynayê kirin û wiha got:
"Vê hefteyê, Rûsyayê zêdetirî 630 balafirên bêmirov, nêzîkê 740 bombeyên rênîşander û 50 mûşekên cihêreng (di êrîşên li dijî Ukraynayê de) bi kar anîn. Ev tê wê wateyê ku zêdetirî 50 hezar pêkhateyên hatine cezakirin ji çar aliyê cîhanê. (Ji Rûsyayê re) Cezayên ji bo dabînkirina parçeyên biyanî têrê nakin. Rûsya berdewam dike ku parçe û amûrên hilberînê yên ku hewce dike ji çar aliyên cîhanê peyda dike û li dijî Ukraynayê bikar tîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin