Li Rûsyayê helîkoptera ser ya tîpa ‘Mi-28’ ket

18 March 2025 23:58 0 dîtin
Li Rûsyayê helîkoptera ser ya tîpa ‘Mi-28’ ket

PeyamaKurd – Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku  helîkopterekî şer ya tîpa ‘Mi-28’ li devera Leningradê di dema perwerdê de ketiye. Wezaretê weha got:

“Helîkoptera şer ya tîpa Mi-28, di dema perwerda plankirî de, li devera Leningradê ketiye ciyekî derveyê jîngehan. Muretebatê di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.”

Nehat gotin bê çend kes di helîkopterê de bûne, tenha helikopter bê çek bûye û li ser sedema qezayê jî ti agahî nehat dayîn.