Rûsyayê jî Amerîka bi ketina helîkoptera Reîsî sûcdar kir

21 May 2024 18:15 0 dîtin
Rûsyayê jî Amerîka bi ketina helîkoptera Reîsî sûcdar kir

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên Wezîrê Berê yê Îranê Cewad Zerîf ên derbarê berpirsgirtina Amerîkayê di ketina helîkoptera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî daxuyaniyeke bi wî awayî da.

Cewad Zerîf gotibû, ji ber ambargoya Amerîkayê ya ser alavên balafirvaniyê û nebûna parçeyên wan ên nûjenkirinê helîkoptera Reîsî ketiye û berpirsê vê jî Amerîka ye. Amerîkayê îdiaya berpirsgirtinê red kiribû.

Sergey Lavrov jî îro 21ê Gulanê Amerîka bi ketina helîkoptera Reîsî tawanbar kir û got, ji ber dorpêçan ewlehiya esmanî ketiye xeterê û ji ber wê jî helîkopter ketiye.

Lavrov diyar kir, ji ber dorpêçên Amerîkayê her diçe ewlekariya balafirvaniya Îranê dikeve xeteriyê.