Amerîka (DYA) wê givasên çandiniyê yên ser Rûsyayê rake
PeyamaKurd – DYA xwe amade dike da givaşên ser Rûsyayê yên di seha çandiniyê de rake. Koşka Sipî bo her welat karibe xwe bigihîne bazara çandiniya Rûsyayê, wê pêngavan bavêje û maliyeta sîgortayên deryayê daxîne.
DYA, di serî de wê bo berhemên çandiniyê û gubra çandiniyê bo bikeve bazara dinyayê gav bavêje. Daxwuyaniya DYAyê piştî hevdîtina li Riyadê ya navbera DYA-Rûsyayê hat dayîn.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê bo Rûsyayê, bo maliyetên sîgorta deryayê û sîstema peredayîna lîmanê da kiribin xwe bigihînin wê sîstemê, dê baş bikin. Heya niha Rûsya bi sîstema givaşê nikaribû perê berheman yên bazirganiyê bide û bistîne. Wê tenha sîstema navborî vekin û hêsankariyê bixinê.
Di hevdîtinê de li hev kirin ku seyr û seferên di Derya Reş de bibin, bixin bin garantiyê û wê kes nikaribe keştiyên leşkerî bi armanca bazirganiyê bikarbîne.
Her du teref gihan encama agirbesekî demkî ku kes êrîşê ser tesîsên enerjiyê neke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin