Hevdîtinên Amerîka û Rûsyayê li Stembolê dest pê kirin
PeyamaKurd – Piştî ku şandeyên di bin serokatiya wezîrên karûbarên derve yên Amerîka û Rûsyayê de 18ê Sibatê li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civiyan û pêvajoya asayîkirina peywendiyan dan destpêkirin, hat ragihandin ku îro cihê hevdîtinê Stenbol bû.
Şandeya Rûsyayê ji bo bi hevtayên xwe yên Amerîkî re hevdîtinê pêk bîne çû avahiya Serkonsolosxaneya Stembolê ya li navçeya Arnavûtkoyê.
Her du alî dê gavên mihtemel gotûbêj bikin da ku balyozxane û nûnertiyên din ên dîplomatîk ên her du welatan li Moskow û Washingtonê dîsa bi rengekî normal kar bikin.
Di civîna Riyadê de li ser peywendiyên dualî û herwiha pêvajoya bidawîkirina şerê li Ûkraynayê nîqaş hatibûn kirin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin