Hevdîtinên navbera Tirkiyê û Amerîka yên stratejîk destpêkirin

04 April 2022 22:35 0 dîtin
Hevdîtinên navbera Tirkiyê û Amerîka yên stratejîk destpêkirin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku mekanizma stratejîk ya Amerîka-Tirkiyê îro li Ankara destpêkiriye. Mijarên ku li serê axifîne; têkoşîna li dijî terorê, pirsgirêkên herêmî û kureyî û mijarên ku berjewendiyên hevbeş di wan de hene, hatine guftûgo kirin. Wezareta karên derve mijarê weha ragihand:

“Li ser lihevkirinên serokkomarê me û yê Amerîkayê Joe Biden ku di meha cotmeha 2021 ê de li Romayê, Mekanîzma Stratejîk ya Tirkiyê-Amerîka di 4 ê nîsana 2022 an de li Ankara destpêkiriye. Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Sedat Önal û ji wezareta karên derve ya Amerîkayê musteşara karên siyasî Victoria Nuland bi heyetan ve civîn kirine, di civînê de li ser hevkariya darayî û bergiriyê, têkoşîna li dijî terorê, mijarên herêmî û kureyî û xalên ku berjewendiyên hevpar di wan de hene, car din diber çav de derbas kirine. Li ser parastina yekîtiya axa Ûkrayna hemfikirbûna xwe dubare kirine. Amerîka hewlên Tirkiyê ya ji bo çareseriya dadwerî û dîplomatîk ya navbera Rûsya-Ûkraynayê raziye.

Musteşara wezareta bazirganî ya Amerîkayê Marisa Lago ji bo pêşdebirina mekanîzma stratejîk ji aliyê darayî û bazirganiyê de, wê di 5-6 ê nîsanê de seredana Ankara bike.

Civîna mekanîzma stratejîk ya di asta wezîrên karên derve de tê armanckirin ku îsal çêbibe.”