Civîna 'Sûriye' di navbera wezîrên berevaniya Amerîka û Tirkiyê de!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd James Austin de bi telefonê axivîn.
Derbarê hevdîtinê de bi rêya Wezareta Berevaniya Tirkiyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku hat dayîn de geşedanên li Sûriyeyê hatin nirxandin:
“Di 5ê Cotmeha 2023an de Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd James Austin bi telefonê axivîn.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Sûriyê hatin gotûbêjkirin. Wezîr Yaşar Guler diyar kir, Tirkiye ji bo têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞê ya bi Amerîkayê re amade ye.
Herdu wezîran tekezî li ser giringiya hemahengiya nêzîk ya pêkhateyên Amerîka û Tirkiyê di çalakiyên li herêmê de kirin.”
Li aliyê din der barê balafira bêmirov a ji aliyê Amerîkayê ve hatiye xistin de agahî nehat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin