Civîna 'Sûriye û F-16' a navbera Amerîka û Tirkiyeyê
PeyamaKurd – Mewlûd Çavuşoglu bi hevtayê xwe yê Amerîkayê Antony Blinken re li ser telefonê axivî. Di hevdîtinê de hat diyarkirin, Tirkiye wê têkoşîna xwe ya li Sûriyeyê bi biryardarî bidomîne.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat diyarkirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu û Blinken li ser têlefonê, geşedanên dawî yên Ukraynayê bi taybetî pêkanîna rêkeftina genim a aliyan, berfirehkirina NATOyê gotûbêj kirine. Hat eşkerekirin, Tirkiyeyê pêvajoya kirîna F-16an û bernameya serdanê ya dema bê ya di navbera Enqere û Washingtonê jî nirxand.
Herwiha hat gotin, di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê jî hatin rojevê û Çavuşoglu destnîşan kir, têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê wê bi biryardarî dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin