Civîna duyem a gera çarem a diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê pêk hat
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê diyar kir; berpirsên Amerîka, Iraq û Wezareta Pêşmerge civîna duyem a gera çarem a diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê pêk anîn.
Wezareta Pêşmerge ragihand; civîn li baregeha Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ya li Bexdayê, Lijneya Bilind a Asayîş û Serbazî ya Taybet bi Diyaloga Stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê, bi serperiştiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî û bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemer, Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ê li Iraq û Sûriyê û Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge û Nûnerê Herêma Kurdistanê Hezar Umer yê li Lijneya Bilind a Ewlehî û Berevaniyê ya Diyaloga Stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê birêve çû.
Hat eşkerekirin, di civînê de qala pêngavên cîbicîkirina rêkeftina diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê hat kirin, her du aliyan pabendiya xwe nîşan dan ji bo cîbicîkirina madeyên rêkeftina navbera her du welatan, ku biryar e heta dawiya îsal hêzên şerker ên Amerîkayê rola xwe ji hêzên şerker bo hêzên piştevanî biguhere.
Wezareta Pêşmerge destnîşan kir; di civînê de Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê û Hêzên Pêşmerge li ser pêwendiyên stratejîk ên ligel hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymanan raporta xwe pêşkêş kirin, herwiha pêwîstiyên herî girîng ji bo bilindkirina amadesazî û asta hêzên Iraq û hêzên Pêşmerge, pêşkêşî şanda Hevpeymanan kirin.
Herî dawî hat eşkerekirin, di civînê de aliyê Iraqî pabendiya xwe car din anî ziman ji bo parastina hêzên Hevpeymanan li Iraqê, hêzên Hevpeyaman jî soz dan ku berdewam bin di piştevanî û şêwirmendiya ji bo hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin