Li Fransa dengdana gera duyem a hilbijartinan dest pê kir: 501 parlamenter têne hilbijartin
PeyamaKurd – Li Fransayê gera duyem a hilbijartinên giştî ku di gera yekem de rastgirên tund bi ser ketibûn, îro danê sibehê li demjimêr 08:00 dest pê kir.
Hate ragihandin ku wê dengdan li bejahiya Fransayê heta demjimêr 18:00 berdewam bike. Li bajarên mezin ên wek Parîsê jî wê dengdan heta 20:00 dewam bike.
Di dengdanê de, 49,5 milyon hilbijêr diçin ser sindoqan da ku parlamenterên Meclîsa Netewî ji bo 5 salan hilbijêrin.
Ji 577 parlamenterên Meclîsa Netewî 76ê wê di gera yekem de hatibûn diyarkirin ku rasgiran 39, tifaqa çep 32, tifaqa Macron 2 û mihafezekarên komarî jî 3 parlamenter bi dest anîbûn. 501 parlamenterên mayî jî di gera duyem de têne diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin