Li Tunusê, gera duyem a hilbijartinan bi rê ve diçe
PeyamaKurd- Di agahiyên ku ji çapemeniya Tunusê de hatin ragihandin de hat diyarkirin ku proseya dengdana gera duyem a hilbijartinên giştî yên pêşwext ku ji bo diyarkirina endamên nû yên parlamana Tunusê dihat pergalkirin, dest pê kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, pêvajoya dengdayînê ya ku li gelemperiya welêt li 4 hezar û 222 navendên hilbijartinê, li 10 hezar û 12 sindoqên ku li gorî saeta herêmî îro saet 08:00an de dest pê kir dê heta saet 18:00an berdewam bike.
Hat diyarkirin ku di gera duyemîn a hilbijartinên giştî yên pêşwext de ku gera yekem a di 17ê Kanûna 2022yan de hat lidarxistin de 262 namzet ku 34 ji wan jin in, dê li 131 herêman bikevin pêşbaziyê.
Li gorî qanûna nû ya hilbijartinê ya ku Serokomar Qeys Seîd par li Tunusê ragihandibû, hejmara kursiyên Parlamentoyê ku berê 217 kursî bû, daket 161an ku 10 ji wan li dîasporayê bûn.
Li gorî zagona nû ku pergala hilbijartinan bi du geran tê qebûlkirin, ji bo ku di gera yekem de wekî parlamenter bên hilbijartin, divê namzed zêdetirî nîvê dengan bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin