Gera duyem a hilbijartinên serokomariya Fransayê bi hevkrikiya Macron û Le Pen birêve diçe

24 April 2022 09:59 0 dîtin
Gera duyem a hilbijartinên serokomariya Fransayê bi hevkrikiya Macron û Le Pen birêve diçe

PeyamaKurd – Gera duyem a hilbijartinên serokatiya Fransayê îro 24ê Nîsanê birêve diçe ku Emmanuel Macron û Marin Le Pen ji bo serokomariyê hevrikiyê dikin.

Li gorî rapirsiyên dawî yên Fransayê di hilbijartina Serokayetiya Fransa de, Serokomarê niha Emmanuel Macronbi bi rêjeya 11% ya dengan, li pêşiya hevrika xwe Marine Le Pen e.

Di rapirsiya ku beriya destpêkirina proseya dengdanê di 24 saetên dawî hatiye kirin de, Emmanuel Macron 55.5% ji dengan û Marine Le Pen jî 44.5% distîne.

Heger Macron bi ser bikeve wê ji bo cara duyem ji bo 5 salan wek serokomar were hilbijartin ku welatên cîran ên Ewropayê jî ji ber ku Marin Le Pen rastgireke tundrew e piştevaniya Macron dikin.