Ji YSKê biryareyek nû bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê

18 May 2023 20:38 0 dîtin
Ji YSKê biryareyek nû bo gera duyem a hilbijartinên serokomariyê

PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) ji bo gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê ku 28ê Gulanê birêve diçin, biryareke nû da.

YSKê li ser serlêdana AK Partiyê biryar da ku kaxezên hilbijêran ên agahdariyê bo dengdanê, ji nû ve ji hemû dengdêran re bêne şandin.

Beriya niha YSKê ragihandibû ku dê hilbijêr li heman sindoqên hilbijartinên 14ê Gulanê dengên xwe bidin û pêwîstî bi ti guhertineke nû nîne.

Nûnerê AK Partiyê yê YSKê Recep Ozel ragihand: "Li ser serlêdana me ya YSKê, biryar hate dayîn ku kaxezên agahdariyê yên hilbijêran, careke din bo gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê bêne şandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di gera yekem a hilbijartinên serokomariyê de Recep Tayyip Erdogan ji sedî 49.52, Kemal Kilicdaroglu %44.88 û Sînan Ogan jî %5.2yê dengan wergirtibûn û ji be ku ti namzedekî ji sedî 50+1ê dengan wernegirtibû hilbijartin mabû gera duyem.