Yekem rapirsîya gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê eskere bû!
PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê, yekem rapirsîna hilbijartinên gera duyem ên 28ê Gulanê hate eşkere kirin.
Kompaniya Optimarê, encama rapirsîna bo gera duyem a hilbijartina 28ê Gulanê ragihand û eşkere kir, dengên namzedê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %53 derbas dike û bi ferqeke zêde ji nû ve wekî serokomar tê hilbijartin.
Serokê Kompanya Optimarê Hilmi Daşdemir dibêje ku opozîsyonê pêvajo baş fêm nekiriye û diyar dike: “Ez civaka Tirk baş nas dikim. Opozîsyonê pêvajo baş fêm nekir. Erdogan di parlamentoyê de jî bi ser ket. Kiliçdaroglu bendewariyeke zêde çêkir. Mijarên wek Elewîtiyê bikar anîn. Davutoglu jî got ez Sunî me. Hemû kesan digot dê Kiliçdaroglu bi ser bikeve lê wiha nebû. Pratîkên Davutoglu nehatin lêpirsîn. Ez nafikirim alîkariyeke partiyên biçûk çêbûye. Ji hezarî 1 dengên wan nîne lê çûn parlamentoyê. Li ser CHPê 38 parlamenter xistin parlamentoyê.”
Daşdemir herwiha gotiye, dema AK Partî nû hatiye damezrandin %34 deng bi dest xistibû û îro %1 zêde kiriye û gihîştiye %35 lê Kiliçdaroglu di ti hilbijartinekê de bi ser neketiye.
Di hilbijartinên 14ê Gulanê de, Kemal Kiliçdaroglu %44.89 û Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 û namzedê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17ê dengan wergirtibûn ku gera duyemîn di navbera Erdogan û Kilicdaroglu de tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin