Wê gera duyem a hilbijartinên parlamentoya Fransayê bê kirin

13 June 2022 16:36 0 dîtin
Wê gera duyem a hilbijartinên parlamentoya Fransayê bê kirin

PeyamaKurd – Di hilbijartinên giştî yên Fransayê de ku doh 12ê Hezîranê hatin kirin de, ti aliyekî siyasî piranî bi dest nexist û hilbijartin ma gera diduyan.

Biryar e gera duyem a hilbijartinên parlamentoyê 19ê Hezîranê werin encamdan.

Di gera yekem a hilbijartinan de hevpeymana Ensemble (bihevre) ya ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron lîdertiya wê dike ji sedî 25,75ê dengan wergirtin û hevpeymana Nupes jî ji sedî 25,66ê dengan stand ku herdu alî jî bi wê encamê nikarin hikûmetê ava bikin.

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Olivia Gregoire, daye xuyakirin ku hîn hilbijartin bidawî nebûye, divê li benda encamên fermî yên piştrastkirî bimînin.