Tevgera Goran jî besdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibe

25 September 2024 18:34 0 dîtin
Tevgera Goran jî besdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibe

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tevgera Goran jî ligel PDK, YNK û lîsteyên partiyên din ên Kurdistanê tevlî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibe.

Li gorî zanyariyan, wê Tevgera Goran, di nav çend rojên bê de bernameya xwe bangeşeya hilbijartinan ragihîne.

Çavkaniyeke ji Tevgera Goranê eşkere kir, “Odeya Hilbijartinan a Tevgera Goranê îro (Çarşem, 25.09.2024) civiya û biryar da ku, tevlî hilbijartinên gera şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê bibe.”

Hate zanîn ku di civînê de, danûstandin li ser “danîna mekanîzmeya bangeşeyê ya Tevgera Goranê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye, medyaya fermî ya Goranê û malperên wê çend roj in dest bi bangeşeya hilbijartinan kirine, lê di çend rojên bê de bernameya siyasî ya Goranê ji bo bangeşeyê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî fermî wê bê ragihandin.