Muna Qehweçî û partiya wê besdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin

10 June 2024 17:28 0 dîtin
Muna Qehweçî û partiya wê besdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin

PeyamaKurd - Cîgira Serokê Partiya Çaksazî a Tirkmenan Muna Qehweçî îro 10ê Hezîranê eşkere kir, “Me tevî nîgeraniyan, wek nûnerên Pêkhateyên Tirkmen li Komisyona Bilind a serbixwe ya hilbijartinan, xwe ji bo hilbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê tomar kir.”

Qehweçî got ku ew dê bi piştevaniya Xwedê û hemû hemwelatiyên ezîz ên Kurdistanê tevî hemû Pêkhateyên cuda, ji bo zêdetir xizmetkirina hemwelatiyan û parastina pêkhateya destûrî a Herêma Kudistanê serkeftî bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê roja 8ê Hezîranê deriyê tomarkirina lîste, hevpeymanî, serbixwe û partiyan ji bo beşdarbûna hilbijartinên Kurdistanê vekir. Wê proseya xwetomarkirinê 8 hata 13 hezîranê berdewam bike.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî piştî vegerandina kotaya pêkhateyan biryar daye ku beşdarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe.