Sîgerû Îsîba: “Pêsbîniyên hilbijartinên pêswext nîsan didin ku rewseke dijwar li ber partiya me ye”
PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonê Şîgerû Îşîba got ku pêşbîniyên derbarê encamên hilbijartinên pêşwext de ji bo Partiya Lîberal Demokrat (PLD)ya Japonyayê nîşan didin ku rewşeke dijwar li pêşiya me ye.
Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Japonyayê, NHKyê Îşîba têkildarî hilbijartinên giştî yên pêşwext daxuyaniyek daye. Wî bal kişandiye ser skandala di nava partiyê de û diyar kir ku PLD di warê siyasî û pereyan de nikare baweriya gel bi dest bixe û ev derba herî mezin e ku partiya wî xwariye.
Îşiba da zanîn ku skandala sindoqa bexşîna nav partiyê pêşî li mijarên din ên wekî siyaseta derve, polîtîkayên ewlekarî û ewlehiya civakî girtiye û diyar kir ku pêşbîniyên derbarê encamên hilbijartinan de rewşa partiya wî ya dijwar nîşan dide.
Li gorî pêşbîniyên hilbijartinê yên NHKyê, dibe ku PLDya Japonyayê û hevkarêa wê ya koalîsyonê Komeîto nikaribin di hilbijartinan de piraniya parlamentoyê bi dest bixin.
Partiya ku 233 kursiyan bi dest bixe dê piraniya parlamentoyê bi dest bixe.
Japonya ji bo hilbijartinên pêşwext çû ser sindoqan
Li Japonyayê, hilbijêr endamên Meclisa Nûneran (Şûgîn), meclisa jêrîn a parlamentoya neteweyî hilbijartin. Gel duh (27ê cotmeha 2024an) ji bo dengdana hilbijartinên giştî yên pêşwext ku çû ser sindoqan ku tê de 465 nûner di nav 1332 berbijêr diyar dibin.
Di dema ku Partiya Lîberal a Demokrat a desthilatdar, di bin siya skandaleke di nav partiyê de beşdarî hilbijartinê dibe, Partiya Destûra Bingehîn a Demokrat a ku mixalifa serekî ye, dixwaze “bi sûdwergirtina ji nerazîbûna zêde” ya li dijî PLDyê, di meclisa nûneran de piraniyê bi dest bixe.
Ji 465 kursiyên meclisê 289 kursî, dê ji herêmên yek kursî û yên mayî jî bi nûnertiya rêjeyî ya ji 11 blokên hilbijartinê yên herêmî bên hilbijartin.
Di vê navberê de bendewarî ew e ku encamên hilbijartinê îro aşkere bibin.
PLDyê û hevkara wç ya koalîsyonê Komeîtoyê serokê xwe guhert
Piştî ku serokwezîrê berê Kîşîda Fûmio îstifa kir, bi hinceta skandala bexşandina fonekê ya bo PLDyê, Şîgerû Îşîba di kongreya PLDyê ya 27ê îlonê, bûbû serokê nû yê partiyê.
Hevkara koalîsyona PLDyê Komeîtoyê piştî 15 salan cara ewil serokê xwe guhertibû. Serokê Giştî yê Partiyê Îşî Keîçî di hilbijartina dê ku bi tene ew namzed bû, bûbû serokê nû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin