Macron parlamentê hilwesand: Li Fransayê hilbijartinên pêswext
PeyamaKurd -Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji ber di hilbijartinên Parlamena Ewropayê (PE) yên li Fransayê de rastgirên tund bi serkeftineke aşkere bûn yekemîn, parlamenta Fransayê hilweşand û biryara hilbijartinên giştî yên pêşwext da.
Di hilbijartinên PEyê yên li Fransayê de Partiya Yekîtiya Neteweyî (RN) ya rastgira tund bi rêjeya ji sedî 31,50 di rêza yekemîn de cih girt û partiya Serokkomar Emmanuel Macron Ronesans jî bi rêjeya ji sedî 15,2 bû duyemîn.
Macron piştî ku partiya wî bi ferqeke mezin têk çû, daxuyanî da û destnîşan kir ku “Ev encam ji bo partiyên ku Ewropayê diparêzin ne baş e” û destnîşan kir ku wê di navbera 30ê Pûşperê û 7ê Tîrmehê de hilbijartinên pêşwext bên kirin.
Macronê ku beriya ragihandina hilweşîna parlamentê bide biryara civîna kabineya xwe da got: “Min biryar da ku bi dengdanê careke din, mafê hilbijartina siberoja parlamenta me bidim we. Ji ber vê yekê ez vê êvarê Parlamenta Neteweyî hildiweşînim.” Macron got, û kabîneya wî dê îro li gorî dema herêmî saet 22:00’an de bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin