Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron re bi telefonê axivî
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axivî.
Di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên navbera Tirkiye û Fransayê, mijarên herêmî û cîhanî hatin nirxandin.
Di axaftinê de Erdogan bal kişand ser girîngiya parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û serweriya Sûriyê û ji ber biryara Fransa ya vekirina balyozxaneya xwe ya li Sûriyê kêfxweş e.
Erdogan diyar kir ku ji bo vegerandina penaberên Sûriyeyî bo welatê xwe xebat destpê kirine û divê civaka navneteweyî ji bo afirandina şert û mercên domdar ku bikaribin li wir bimînin û xebatên jinûveavakirin û vejînê bimeşînin, hevkariyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin