Erdogan bi Serokomarê Îranê re li ser telefonê axivî
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re li ser telefonê axivî û di derbarê pêşxistina têkilî û alîkariyên navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Serokkomariya Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir, Îbrahîm Reîsî ji Erdogan re gotiye: “Em hevkariya du alî û navdewletî ya li gel welatê dost û bira, Tirkiyê gelek girîng dibînin” û tekez kiriye, alîkariya nêzîk di navbera Îran û Tirkiyê de ji bo aştî, aramî û ewlehiya herêmê gelek girîng e.
Reîsî herwiha eşkere kiriye, divê di zûtirîn dem de Civata Bilind a Alîkariyê ya navbera Îran û Tirkiyê li Tehranê bê lidarxistin.
Serokkomarê Îranê destnîşan kiriye, alîkariya di navbera Îran û Tirkiyê de dê bibe sedama geşedan û aramiyê ji bo her du welatan û aramî û ewlehiya ummeta Îslamê jî.
Reîsî herwiha ji Erdogan re gotiye, erkê hevbeş ê Îranê û Tirkiyê ye ku bi gotina wî, “gelê Filistînê ji zilma Îsraîlê rizgar bikin.”
Serokkomarê Tirkiyê, Erdogan ji ber destbikarbûna wî wek Serokkomarê Îranê, pîrozbahî li Îbrahîm Reîsî kir û diyar kir, têkiliyên Tirkiye-Îran û hevkariya herêmî ya navbera her du welatan di her warî de dikare xurttir bibe.
Erdogan ji Reîsî re gotiye, ew hêvî dike ji bo pêşxistina alîkariyên navbera Enqere-Tehranê ji nêzîk ve li gel wî bicive

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin