Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi serokê Fransayê Macron re axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re di rêya telefonê de axifî. Di axaftina xwe de her dû serok li ser mijarên duqolî û herêmê axifîn. Serokomariya Tirkiyê li ser axaftina her dû serokan weha ragihand:
“Serokkomar Recep Tayip Erdoğan bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re bi telefonê axifî. Di axaftina telefonî de li ser têkiliyên Fransa-Tirkiyê û mijarên herêmê axifîn.
Erdoğan di axaftina xwe de gotiye ku di mijara SAMP-T de, bendeyên Tirkiyê; divê di çarçoveya bingeha zelaliyê de be, hevkariyeka temamî hebe, sîstemekî baş hebe û xwestiye ku zûtir dest bi projeyê bikin.
Erdoğan behsa biryara îxracata hûbûbatên li Ûkraynayê kiriye, gotiye wê navendekî koordînasyonê li Îstenbolê bi tevlîbûna Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna û Neteweyên Yekgirtî ku bê avakirin, kiriye.
Erdoğan gotiye ku divê plan bilez bikeve rê û di seha xelaya xidayan de wê karibin rihetiyekî temîn bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin