Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi serokê Ûkraynayê bi Zelenski re axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi telefonê bi serokê Ûkraynayê Zelenski re axifî. Di axaftinê de behsa razîbûna çareseriya ‘Korîdora Hûbûbatê’ kirin. Li gor ragihandina beşa danûsitendina serokkomariya Tirkiyê, her dû serok li ser pêşdeçûnên dawiyê yên şer jî axifîne.
Erdoğan di axaftinê de behsa razîbûn û dilxweşiya di çareseriya sewqiyata dexl û danên Ûkraynayê kirine. Erdoğan ragihandiye ku ne tenê hûbûbatên Ûkraynayê, di heman wextê de firotina yên Rûsyayê an ku yên her dû dewletan ji bo temamê dinyayê girînge û behsa dewama sewqiyata dexl kiriye.
Her weha Erdoğan gotiye ku li ser rêzgirtina yekîtiya axa Ûkraynayê, behsa çareseriya şerê navbera her dû dewletan kiriye û gotiye divê xebatên dîplomatîk bên zêdekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin