Serokê Misrê Sîsî cara yekem serdana Tirkiyê kir: Erdogan ew li balafirgehê pêswazî kir
PeyamaKurd – Serokê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî wek serokomar piştî 12 salan cara yekem serdana Tirkiyê kir ku ev piştî asayîkirina pêwendiyên herdu welatan pêk hat.
El-Sîsî îro 4ê Îlonê bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Tirkiye Enqereyê û ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi merasîmeke fermî hate pêşwazîkirin.
Di merasîma pêşwaziyê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn û rayedarên din ên payebilind beşdarî kirin.
Erdogan û Sîsî demekê li Salona Rûmetê ya Firokexaneya Esenbogayê hatin cem hev û paşê ber bi Koşka Serokomariya Tirkiyê ve çûn.
Hate ragihandin ku wê Erdogan û Sîsî piştî hevdîtina dualî, beşdarî Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk ya Asta Bilind a şandên herdu welatan bibin.
Herwiha bi beşdariya Erdogan û Sîsî wê çend peymanan îmze bikin û di civîna hevpar a çapemeniyê de derkevin pêşberî rojnamevanan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, serdana Sîsî ya Tirkiyeyê, piştî serdana Erdogan a Qahîreyê ya di Sibata borî de pêk tê, ku piştî sala 2012an yekem serdana Erdogan a Misirê bû.
Welatê Misirê bi sedema têkiliyên bi Îxwanê re û Tirkiyê jî bi sedema kotedaya leşkerî ya hilweşandina hikûmeta Mursî bi awayekî du alî sala 2012an têkiliyên dîplomatîk û bazirganî qut birîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin