Serok Biden çû Misrê û serokê Misrê Sîsî pêswaziya wî kir

12 November 2022 00:44 0 dîtin
Serok Biden çû Misrê û serokê Misrê Sîsî pêswaziya wî kir

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî bû serokê Amerîkayê cara yekeme ku diçe Misrê. Biden li Misrê ji aliyê serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sisi de li bajarê Şarm el-Şêx ê pêşwaziya Biden kir.

Serokkomariya Misrê bi nivîskî ragihand ku Biden di çarçoveya COP27an de çûye welatê Misrê.

Şêwirmendê ewlehiya Amerîkayê yê netewî Jake Sullivan ji Koşka Sipî di civîna çapemeniyê de ragihand ku civîna COP27an li Misrê çêdibe û wê Biden here bajarê yê bi navê Şarm e-Şêx ê. Wê Biden bi Sisi re li ser têkiliyên duqolî û mijarên herêmî biaxife.