Serokê Misrê Sisi sibê seredana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Serokkomarê Misrê Abdulfettah Es-Sisi di 4ê Eylûl 2024an de ji bo seredanekî fermî diçe Tirkiyê. Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk ya di Asta Bilind de ya Misir-Tirkiyê dê li Tirkiyê bêkirin.
Di civînê de wê li ser têkiliyên Tirkiyê-Misrê biaxifin, mijara Xezzayê û Fîlîstînê wê bikeve rojevê. Li ser seredana Sisi, serokkomariya Tirkiyê beşa danûsitendinê mijarê weha ragihand:
“Serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi li ser daweta serokkomarê me Tayip Erdoğan wê di 4ê Êlûnê de serdana Tirkiyê bike. Di 14ê sibata 2024an de, li Misrê beyana hevpar dabûn û civîna konseyê lewra li Ankara dê bêkirin.
Di civînê de wê li ser têkiliyên navbera Tirkiyê-Misrê, ji bo pêşdebirina têkiliyan hinek pêngav bên avêtin. Li ser arîşeya Xezzayê û doza Fîlîstînê, mijarên herêmî û kureyî danûsitendinan dê bikin. Ji bo bingeha têkiliyan zexm bikin, dê hinek belgeyan îmze bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin