Prens Selman berya seredana Tirkiyê bike seredana serokê Misrê kir
PeyamaKurd – Serokatiya Misrê bi nivîskî ragihand ku serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sîsî bi prensê Erebistana Si’ûdî bi Selman re li payîtexta Misrê li Qahîre li Koşka Îttîhadiye, li ser mijarên aboriyê, veberhênan, têkiliyên duqolî û hin mijarên din civiyane.
Sîsî ragihand ku ew seredana Prensê Erebistanê yê Selman bi kêfxweşî pêşwazî kiriye, bi Selman re li ser têkiliyên duqolî û mijarên bingehîn axifîne û her weha Sîsî xwestiye ku şêwr û koordinasyona navbera her dû welatan dewam bike.
Sîsî ragihand ku di navbera her dû dewletan de têkiliyên leşkerî, ewlehiyê, aborî, siyasî û bazirganî xweş dimeşe û dixwaze wan têkiliyên di asta pêşdetir de dewam bike û di mijarê de hemfikrin.
Prens Selman jî ragihand ku bi seredanê dixwaze têkiliyên her dû dewletan pêşdetir herin û li ser mijarên herêmê yên ku her dû dewletan eleqedar dikin, li ser wan şêwra xwe bikin û li ser vê bingehê seredanê kiriye. Li ser krîza ku xelkê Ereb bi wan re rû bi rû dimîne, li ser koordinasyona di mijarê de her dû lîder bûn hemfikir.
Di daxwuyaniyê de her weha behsa peymana di navbera her dû dewletan de ya bi miqdarê 7,7 mîlyar dolarî ya di warê aborî û bazirganî de ku îmze kirine kêfxweşiya xwe aşkera kirin.
Selman piştî Misrê seredana Urdinê dike û ji wê derê diçe seredana Tirkiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin