Putin seredana Sa’ûdî Erebistanê kir û bi prens Selman re hevdîtin kir

07 December 2023 00:26 0 dîtin
Putin seredana Sa’ûdî Erebistanê kir û bi prens Selman re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji Îmaratan çû Erebistana Sa’ûdiyê û li payîtex Riyadê bi Prens Muhammed bin Selman re hevdîtin kir. Di hevdîtina li Koşka Yemame de, li ser rewşa herêmê axaftina xwe kirin û Putin got:

“Rûsya yek ji wan welataye ku Erebistana Sa’ûdiyê bi dewletî nas kiriye. Ev hema sed sal berê bû. Di vê navberê de gelek tişt qewimîn. Lê di 7 salên dawiyê de têkiliyên me gelek pêşketin û giha asteka gelek baş. Di seha siyasetê û aboriyê de têkiliyên me yên gelek baş û bi îstîqrar hene.”

Putin behsa girîngiya hevdîtinê kir û got ku wan derfet dîtiye da di derbarê rewşa herêmê de biaxifin.