Serokê Rûsyayê Putin seredana 4 dewletên Kafkasyayê kir

22 August 2024 00:17 0 dîtin
Serokê Rûsyayê Putin seredana 4 dewletên Kafkasyayê kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin seredana 4 dewletên Kafkasyayê kir. Putin piştî seredana Azerbeycanê çû Bakûrê Kafkasya û seredana 3 komarên dewleta federal kir.

Putin, ewilî çû seredana komara Kabardino-Balkarya ku piraniya wan Çerkezin û bi rêvebirên wê re li Nalçikê hevdîtin kir û paşî çû komara Osetya-Alanya ya Bakûr.

Li Beslanê seredana dibistana ku komkujiyê lê kiribûn kir û ziyareta ‘Abîda Bajarê Melekan’ kir. Putin herî dawiyê di sala 2008an de seredana komarê kiribû.

Putin, paşî çû Çeçenistanê ku di wexta serokwezîrtiya xwe de seredana wê derê kiribû. Li Zankoya Hêzên Taybet ya Rûsyayê bi ‘şervanên xwebexş’ re civiya û li payîtext Grozniyê Mizgefta bi navê Hz.îsa ku 5 hezar kes dikare lê limêj bike, geriya.

Mizgeft, xwediyê 4 minareyaye û bi endazyariya Asya Navîn hatiye avakirin. Putin Quana Kerîm diyariyê mizgeftê kir ku Quran bi kevirên mucewher û bi sîm hatiye nexşandin û destnivîse. Putin Quranê maç kir û da ser singê xwe.