Serokê Rûsyayê Putin serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmus qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serokê meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş li koşka Kremlînê qebûl kir. Di hevdîtinê de li ser têkiliyên duqolî û mijarên herêmê axifîn.
Hevdîtina navbera her dû lîderan 40 deqe dewam kir. Kurtulmuş li ser hevdîtinê û seredana xwe ya Moskovayê got ku bernameyekî baş birêve birine, bi seroka konseya federasyonê ya meclisa federal bi Valentina Matviyenko û hem bi serokê Dûmayê bi Vyacheslav Volodin re hevdîtinên berhemdar kiriye.
Kurtulmuş, bi grûbên civakî re derfeta hevdîtinê diye û di xwendevanên akademiya dîplomasiyê ya wezareta karên derve re civiyaye. Her weha seredana Mizgefta Navendê ya Moskovayê kiriye û bi nûnerên wê derê re civiyaye. Seredana Enstituya Yunus Emre di nav bernama wî de bicîh bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin